GÜNCEL AKIŞTürkçe
TTUBHU HaberKaynakları belirtilen güncel haber akışı
Haberleri yakından takip edinGüncel başlıklar, kaynaklarıyla birlikte tek ekranda.
Kültür

Li Herêma Kurdistanê li dijî kuştina jinan kampanyayek hat destpêkirin

Di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, Tora 8ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê li ber Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê bi dirûşma “Bêdeng Nebin, bi Me re Bin” daxuyaniyeke çapemeniyê da û li dijî kuştin û xweşewi

Temsili görselTemsili görsel

Di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, Tora 8ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê li ber Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê bi dirûşma “Bêdeng Nebin, bi Me re Bin” daxuyaniyeke çapemeniyê da û li dijî kuştin û xweşewitandina jinan kampanyayek da destpêkirin.

Endama Komîteya Amadekar a Kampanyaya li Dijî Kuştin û Xweşewitandina Jinan Şede Beşîr di daxuyaniyê de axivî û wiha got:

“Zêdebûna kuştin û tundiya sîstematîk a li dijî jinan a bi hinceta ‘namûs’ û kontrolê, encama nêrîneke muhafizekar û mêrsalar e. Berpirsên sereke yên vê rewşê çanda newekhev, minber, qanûn û dadgeh in ku tundiyê teşwîq dikin û sûcdaran bê ceza dihêlin.”

Şede Beşîr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daneyên tundiya li ser jinan û wiha pê de çû:

“Li gorî daneyên nefermî yên Tora 8ê Adarê, li Herêma Kurdistanê di sala 2024an de 48 û di sala 2025an de jî 69 jin hatin qetilkirin. Ji destpêka sala 2026’an vir ve jî 57 jin hatin qetilkirin û 3 jinan jî xwe kuşt. Ev rewş ji bo nirxandina rast a vê diyardeyê,tedbîrên lezgîn û peydakirina daneyên fermî ferz dike.”

Şede Beşîrê daxwazên sereke yên kampanyayê jî bi vî awayî rêz kirin:

“1. Tomarkirina dozên qetilkirina jinan.

2. Nirxandina qanûnan (rewşa kesî, têkoşîna li dijî tundiya navmalî, cezakirin û bicîhanîna qanûnên Iraqê).

3. Cezakirina sûcdaran a bê cudakarî.

4. Avakirina dadgeheke taybet ji bo dozên qetilkirina jinan.

5. Dabînkirina cihên ewle û alîkariya hiqûqî ji bo jinên ku rastî gefan tên.

6. Perwerdekirina saziyan û dayîna perwerdehiya taybet ji bo polîs û dadweran.

7.Redkirina hemû hincetên namûs, kevneşopî an jî olî.

8. Beşdariya medyayê, saziyên perwerdehiyê û civaka sivîl.”

Her wiha Berpirsa Rêxistina Azadbûnê û Endama Tora 8ê Adarê Geşe Dara Hefîd jî axivî û got:

“Em kampanyayeke îmzeyan didin destpêkirin. Em ê daxwaznameyeke fermî ya Tora 8’ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê pêşkêşî desthilatdarên Herêma Kurdistanê, aliyên navneteweyî û raya giştî bikin.”

Geşe Dara Hefîd di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew daxwaza pêkanîna bêalî ya qanûnê, cezakirina demildest a sûcdaran, redkirina hincetên ‘namûsê’, dabînkirina stargeh û parastinê ji bo jinên di bin gefê de, hesabpirsîna ji paşguhkariya saziyan û hişyarkirina civakê dikin û li ser vî bingehî bang li welatiyan kir ku daxwaznameyê îmze bikin.

(AEK/AY)